Doza 5 kuştiyên Duhokî hat paşxistin: 'Heger mebest dizî be, çima pere nebirin?'

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Kuştin Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Mêrdînê di doza 5 kesên Duhokî yên ku li ser rêya Nisebin-Mêrdînê hatibûn kuştin de biryara paşxistina rûniştinê da.

Herbî Celaleddînê ku yek ji xizmên qurbaniyan e got, “Heger wan xwest diziyê bikin, çima pere nebirin?”

Şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2023an li parêzgeha Mêrdînê, li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin.

Yekemîn rûniştina darizandina tohmetbaran îro li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 4emîn hat encamdan.

Di çarçoveya lêpirsînê de tohmetbarên girtî Abdullah Kaplan û Faris Akseven û tohmetbarên negirtî Murat Yigit û Îbrahîm Dogan cara yekem derketin pêşberî dadger lê tohmetbar negirtî Çîgdem Bozkurt beşdarî rûniştinê nebû.

Tohmetbarên girtî Faris Akseven û Abdullah Kaplan ên ku di rûniştinê de axivîn, îdia qebûl nekirin û hev tohmetbar kir.

Rûniştinê bi wergirtina îfadeyên tohmetbaran berdewam kir. Piştî îfadeyên tohmetbaran xizmên 5 kesên ji malbatên Celaleddîn û Ebdullah ên ku canê xwe ji dest dabû axivîn.

"Em ji dadgehê dixwazin ku rastiyê eşkere bike"

Herbî Celaleddîn ê ku bi alîkariya wergêrekî Kurdî îfade da got:

“Em ji dadgehê dixwazin ku rastiyê eşkere bike. Ez spasiya dadgehê dikim. Em demeke dirêj e li hêviya vê demê bûn. Em di wê baweriyê de ne ku dê dadgehên Tirkiyeyê rastiya vê bûyerê derxine holê. Em dixwazin ku kesên destê wan di komkujiyê de heye, derkevin pêşberî dadgehê û bên cezakirin.”

"Ev komkujî ye, ne dizî ye"

Herbî Celaleddîn diyar kir ew ne di wê baweriyê de ne ku bûyereke diziyê be û anî ziman, “Ev komkujî ye, ne dizî ye. Em dibêjin ku kesek li pişt vê bûyerê ye. Kesên ku hatine kuştin, alimên Kurdistanê bûn. Heger plan tunebûya ti kesî ev alim nedikuştin. Divê bûyer bi berfirehî were eşkerekirin.”

“Heger wan xwest diziyê bikin, çima pere nebirin?”

Harbî Celaleddîn li ser pirsa Serokê Dadgehê “Gumana we li ser çi ye?” got, “Em nizanin, dibe ku sedemeke siyasî hebe, dibe ku bûyereke terorîstî be. Ji ber ku ev bûyer tekez bûyereke plankirî ye. Li gorî me divê ev rastî derkeve holê.”

Harbî Celaleddîn anî ziman, “Pirsa di serê min de ev e: Heger wan xwest diziyê bikin, çima pere nebirin? Ez vê jî meraq dikim: Gelo tohmetbaran qurbanî nas dikirin? Em dixwazin ev kes cezayê herî giran wergirin. Gelê Kurdistanê li hêviya encama vê darizandinê ye. Ez ji wan bi gilî me.”

“Em dixwazin tawanbar cezayê herî giran wergirin"

Necîm Ebdullah ê ji malbata Ebdullah jî anî zimên ku ew ji tohmetbaran re cezayê herî giran dixwazin û pê de çû:

“Em dixwazin tawanbar cezayê herî giran wergirin. Em dixwazin kî li pişt wan e an jî bû sedema vê bûyerê derxin pêşberî dadgehê. Tohmetbar gelekî ciwan in û di temenê zaroktiyê de ne, em bawer nakin ku wan ev bi serê xwe kiribin.

"Wan çima ev zilm kir?”

Kî li pişt vê be, divê bên cezakirin. Van tohmetbaran ne tenê 5 kes, malbatek qetil kir. Ez bi zehmetî hestên xwe tînime ziman. Kesên ku hatin kuştin alim bûn, kesên dîndar bûn. Wan çima ev zilm kir?”

"Em dixwazin bêne darvekirin"

Rasan Reşît Celaleddînê ku yek ji xizmên qurbaniyan e jî got, “Em dizanin ku darvekirin nîne li vir lê em dixwazin wek îstîsna ev bêne darvekirin.”

Li aliyê din Mihemed Celaleddîn jî xwest ku tohmetbar bêne darvekirin û got, “Ez ji Recep Tayyîp Erdogan tika dikim ku wek îstisna tohmetbar bêne darvekirin.”

"Ev ne bûyereke asayî ya diziyê ye"

Piştî axaftinên xizmên qurbaniyan parêzerên malbatan jî axivîn û parêzer Mehmet Okatan diyar kir dibe ku sedemeke siyasî ya bûyerê hebe, divê bê lêkolînkirin û got:

“Herçend wisa xuya bike jî ev ne bûyereke asayî ya diziyê ye. Wek salên 90î yek ji cînayetên siyasî ye. Ev ne bûyereke asayî ye, yên di salonê de mirovên asayî ne lê kujer in. Bi taybetî jî ku Faris li Duhokê dixebitî dibe ku ji bo îstixbarateke li ser vê bûyerê be.

Li pişt vê kuştinê mebestên siyasî hene. Em dixwazin tomarên HTSyê herî yên kêm 5 salan bêne nirxandin û bi kîjan rêxistina terorê re pêwendiya wan a bi çi rengî heye were lêkolînkirin.”

"Em dixwazin li ser vê bûyerê lêkolîn were kirin"

Parêzer Mehmet Okatan her wiha anî ziman, “Têkildarî vê bûyerê li Duhokê 3 kes hatin desteserkirin û piştî 4 mehan hatin berdan. Ji tohmetbaran Abdullah Kaplan di îfadeya xwe de dibêje ku ew sala 2016an ji aliyê PKKyê ve hatiye revandin û paşê hatiye berdan. Em dixwazin li ser vê bûyerê lêkolîn were kirin.”

Tohmetbar Abdullah Kaplan jî di axaftina xwe de anî ziman, “Ez gelekî xemgîn im ku navê min di bûyereke wiha de heye. Ez dizanim ku tawanbarê din kir lê ew dê înkar bike. Ez li benda encama darizandinê me.”

"Ez bi tiştekî ku min nekiriye tême tohmetbarkirin"

Tohmetbarê sereke Faris Akseven jî got, “Ez bi tiştekî ku min nekiriye tême tohmetbarkirin. Abdullah Kaplan berê ji min re digot xalo, niha dema ketiye tengasiyê ji min re dibêje ev zilam.”

Heyeta dadgehê piştî ku guh da tohmetbar û gilîdaran biryar da tohmetbara negirtî Çîgdem Bozkurt a ku nehate rûniştinê, bi zorê ji bo rûniştinê bê anîn û rûniştin jî ji bo 20ê Çiriya Pêşîn a 2023an bi paş xist.

Çi bibû

Şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2023an li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên ku wan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû li Duhokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Xalid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê.

Wahîde Heyder Casim li Amedê civanê doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Roja 23ê Kanûna Paşîn a 2023an gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê bo Dadgeha Mêrdînê hatine birin.

Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê bo Dadweriya  Sulhê ya Cezayê hatin şandin.

Piştî îfadeyan dadwer, derbarê Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir