Kolberekî 64 salî li ser sînor hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Kolberek, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îranê de hat kuştin.

Ajansa Kurdpayê ya taybet bi mafên mirovan ragihand ku hêzên pasevanên sînor ên Îranê roja çarşemê li sînorê bajarê Seqizê yê parêzgeha Sineyê gule berdan hejmarek kolberan û di encamê de kolberekî bi navê Hesen Tewfîqzade yê 64 salî canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, ew welatî li devera Serşîvê ya Seqizê li cihekî bi navê Bestamê bi guleyan hatiye kuştin.

Hesen Tewfîqzade xelkê Seqizê ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Hat ragihandin ku cenazeyê wî kolberî bo Pizîşkiya Dadê ya Seqizê hatiye şandin.

Li gorî rapora Kolber Newsê ya ku rewşa kolberên Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, di şeş mehên destpêka sala 2023an de 11 kolberan li navçeyên sînorî canê xwe ji dest daye û 50 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, di sala borî de jî 34 kolberan li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû û 195 kes jî birîndar bûbûn.