Xarpêt: Ciwaneke 24 salî di golê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoxê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ciwanek di Gola Hazarê de xeniqî.

Li gorî zanyariyan piştî nîvro ciwaneke bi navê Mîne B. ya 24 salî ji bo avjeniyê kete Gola Hazarê ya li navçeya Xoxê û piştre ber avê ket.

Li ser agahdarkirina hevalên Mîneyê tîmên rizgarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Di encama xebatên lêgerînê de cenazeya Mîneyê ji nav golê hat derxistin û ji bo karên otopsiyê ji bo morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hate birin.