Li Agiriyê leşkerekî Tirkiyeyê mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, çawişekî pispor ê artêşa Tirkiyeyê mirî hat dîtin.

Li Panosê çawişê pispor E. Terzi yê 27 salî beriya 4 rojan wenda bûbû û xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.

Di encama xebatên hezên cendirmeyan de E. Terzi doh li nêzîkî Bendava Panosê mirî hat dîtin.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê termê çawîşê pispor birin Saziya Pizîşkiya Dadî ya Erzeromê.

Saziyên dewletê derbarê mirina çawîşê pispor de ti daxuyanî nedan.

Hat zanîn ku aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.