Li Şedadê binkeya serbazî ya Amerîkayê mûşekbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê bajarokê Şedadê a li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, binkeya serbazî ya Amerîkayê bi çend mûşekan hat armanckirin, yek ji wan mûşekan li nav binkeyê bi xwe ket.

Li gor ajansa SANA ya Sûrî û çavkaniyên Rêveberiya Xweser, berbanga roja 27ê Tîrmehê li başûrê bajarokê Şedad a li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, binkeya serbazî ya Amerîkayê bi çend mûşekan hat armanckirin, yek ji wan mûşekan li nav binkeyê bi xwe ket, piştre helîkopterên Hevpymaniya Navddewletî li asmanê navçeyê dest bi firrîna çavdêriyê kirin.

Di Gulana borî jî de, binkeya Amerîkayê li kêlgeha el-Umer li rojhilatê Dêre Zorê hatibû armanckirin.