Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û dengbêjê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdisdtanê ku ji sala 2015ê ve girtî ye û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bo hatiye dayîn, bi rêya telefonê beşdarî daweta kurê xwe bû û strana bi nave “Amed” got. Di dema gotina stranê de kesûkarên wî û mêhvanên beşdar hestiyar bûn û bi çavên girî guh dan staranê.
Hunermend û dengbêjê Kurd ê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Ertaş ku wek Axîn Biro tê naskirin, di 13’ê mijdara 2015an de li Îzmîrê bi hinceta “endamtiya rêxistinê ye” hatiye girtin û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Axîn Biro niha li Tîpa L ya Girtîgeha Alanya ya Antalyayê tê girtin.
Ew hunermendê Kurd roja 26ê Temûza 2022ê bi rêya telefonê beşdarî merasîma daweta kurê xwe bû û strana bi navê “Amed” got. Axîn Biro dema ku ew stran got piraniya kesûkarên wî û mêhvanên beşdarî dawetê bûne xwe li ber dengê wî negirtin, hestiyar bûn û giriyan.
Ew dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin û hejmareke zêde ya bikarhênerên medya civakî li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirin.
Hunermendê naskirî yê Bakurê Kurdistanê Ferhat Tunc jî ew dîmen belav kirin û li ser nivîsiye: “Di çarçoveya doznameyeke ku derberê wî de (Axîn Biro) hatiye amadekirin 22 sal cezayê girtîgehê bo hatine dayîn. Hunermendê Kurd ê Mêrdînê ku ji sala 2015ê ve girtî ye bi rêya telofonê beşdarî daweta kurê xwe dibe û strana Amed dibêje. Kesên beşdar bi çavên girî guh didin wî.”
Li gor amarên Komaleya Mafên Mirov ji 30ê Hezîrana 2022ê û şûnde li tevahiya girtîgehên vekirî û girtî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 283 hezar û 455 jê hukimkirî û 38 hezar û 738 jê girtî bi giştî 322 hezar û 187 zindanî hene ku beşeke zêde ya wan girtiyên siyasî ne û bi hincetên cuda yên weke "propgande û endamtiya rêxistinê" hatine girtin.
Hunermend #AxînBiro ku ev 7 sal e di girtîgehê de ye û 24 sal ceza jê re hate birîn, ji girtîgehê bi telefonê beşdarî daweta lawê xwe yê bi navê Baran bû û ji bo mêvanan strana '#Amed' got
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 27, 2022
🎥 @BilalGuldem pic.twitter.com/drQv3iG4eX
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse