Qurbaniyên teqîna taxa Xerbî ya Qamişloyê nehatine qerebûkirin

27-07-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Di teqîna Qamoşlo de 54 kesan canê xwe ji dest dabûn
Di teqîna Qamoşlo de 54 kesan canê xwe ji dest dabûn
Nîşan Teqîna Qamişlo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - îro 4  sal bi ser teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo derbas dibin ku di encam teqîna barhilgirekê de 54 kesan canê xwe ji dest dabûn û 180 kesên din birîndar bibûn. Qurbaniyên teqînê ku piraniya wan kesên sivîl bûn, hêj nehatine qerbûkirin.

Qurbaniyên teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ya 27ê Tîrmeha 2016an li pey xwe hejmareke zarokên sêwî û dayik û xwişkên bê kes hiştin û herwiha hejmareke kes birîndar bûn.

Dayîka Behitye Îbrahîm Cuma yek ji wan kesan e ku birîndar bûye û 3 bûk û kurekê wê canê xwe ji dest dane.

Birîndar teqînê Behîye Îbrahîm Cuma dibêje: “Ferman bû. Kurek min û 3 bûkên min bûn qurbanî. 4 dikan û 7 malên me hemû çûn û tiştek jê xilas nebû. Ev tiştên niha hûn dibînin, piraniya wan xelkê dane me.”

XZopanî û wêraniyên wê roja reş û kambax ku ezmanê Qamişlo hemû kiribû dû û dûman.

Di çaremîn  bîranîna wê rojê de Xelîl Mûsa dikana xwe ya wêran bibû nû dike.

Xelîl Mûsa dibêje: “Milyonek û nîv dane min, têra 3 tiştekê jî nakin.  Tiştek ji me re nekirine.”

Li ser asta fermî jî, Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê,200 milyon lîreyên Sûrî ji bo qerebûkirina ziyanên taxê terxan kiribûn.

Derbarê mijarê de Cîgirê Destaya Diravî Herêma Cizîrê Ebdullah Hiso jî got: “Me destek da 498 malbatan lê yên ku ziyan gihîşte, lê hejmara ku ziyan gihîştî bû wan 650 malbata bûn. Rêveberiyê  315 miliyon û 315 hezar da lê lê zêdtirî 2 miliyar lîreyên Sûrî pêwîst e.”

Di 27ê Tîrmeha 2016an de, bi barhilgireke tije teqemenî, yek ji teqînên herî mezin li Rojavayê Kurdistanê qewimî ku tê de bêtir ji 54 kesan şehîd bûn û 180 kes jî birîndar bûn, herwiha 30 dikan, 15 mal û çar avahî bi temamî hilweşiayn û wêran bûn.

Di teqîna taxa Xerbî de belaya reş hem bi mal û hem jî bi can bû. Qurbaniyên teqînê û kesên ku ziyan gihişte wan di ser birîn û êşa xwe ya bêhedan re, gazinan ji şêwaza qerebûkirinê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst