Parlamentera HDPê çarenivîsa Cemal Ebdo ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê pirs kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Rihayê Feleknas Uca aqûbeta hemwelatiyekî Kurdên Êzidî bir parlamentoya Tirkiyê û hejmareke pirs arasteyî Wezîrê Dadê kirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, mijara hemwelatiyê Kurd ê Êzidî yê bi navê Cemal Ebdo Killî ku ev 7 sal e bêserûşûn e, bir rojeva Parlamentoya Tirkiyê û pirsnameyek arasteyî Wezîrê Dadê Abdulhemît Gul kir.

Li gor zanyariyên Feleknas Uca, berî 7 salan, Cemal Ebdo Killî li gel hevjîna xwe Dîjle Îlyas û 2 zarokên xwe, dema ku hewl didan ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwe bigihînin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Cemal Ebdo Killî li sînorê bajarê Ezazê ji aliyê grûpên çekdar ve hat revandin ku wê demê dever di bin kontrola El Nusre, bi navê xwe yê nû Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) de bû.

Ew parlamentera HDPê dibêje, li gor zanyariyên hevjîna wî Dîjle Îlyas, Cemal Ebdo ku 7 sal e bêserûşûn e, li girtîgiheke Tirkiyê tê girtin lêbelê ti saziyeke fermî derbarê hevjînê wê de zanyariyek nedaye wê ku bê zanîn di kîjan girtîgehê de tê girtin.

Feleknas Uca bi mebesta diyarkirina çarenivîsa wî hemwelatiyê Kurdên Êzidî, ev pirs arasteyî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê kirin;

-Îddîaya Cemal Ebdo Killî di zindaneke Tirkiyê de tê girtin rast e, eger rast be di kîjan girtîgehê de ye, derbarê vê mijarê çima zanyariyek bi malbata wî nayê dayîn, tê xebatake we hebe ji bo zelalkirina vê mijarê?

-Ti peywendiyeke wan çekdarên ku Ebdo Killî li sînorê Ezazê revandine, bi wan grûpên ku Tirkiye piştevaniya wan dike re heye?

-Çend jin û zarokên Êzidî ji Şingalê ji bo Tirkiyê hatine revandin, çend kes ji wan hatine rizgarkirin, lêpirsînek derbarê wan ‘çeteyên’ ku jin û zarok revandine heye, çend kes ji van hatine girtin û cezakirin?

Her li gor zanyariyên parlamentera HDPê hevjîna Ebdo Killî, Dîjle Îlyas li gel 2 zarokên xwe li Bagcilara Stenbolê di rewşeke zehmet de dijîn.