ROJAVA - Li Cizîrê tevî ku 10 bendav hene lê pirsgirêka avê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji berî 20 salan ve gazinê ji zuhabûn û nebûna avê dike. Sedema wê yekê jî vedigere bo kêmbûna baranê û ragirtina ava çemên ku ji Bakurê Kurdistanê ve dihatin, ew jî ji ber ku hikûmeta Tirkiyê bi dehan bendav ava kirine û rênade ku av derbasî navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bibe, lewma bendavên wan navçeyan tûşî kêmbûna avê dibin.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 10 bendavên sereke hene. Îsal heta meha Adarê, embarkirina avê li tevaya wan bendavan gihişte bêhtir ji 700 milyon metre sêgoşe av.

Li gorî Rêveberiya Dahatên Avê ya ser bi Hikûmeta Sûriyê ve li Hesekê, ew bilindtirîn asta ava embarkirî ya li piştî wan bendavan ji 20 salên bihorî ve hate niha ye.

Yek ji wan bendavan, Bendava Başûrê Hesekê ye ku li ser Çemê Xêbûr hatiye dirustkirin, mezintirîn bendav e li Cizîrê, embarkirina ava wê heta Adara 2020an, gihişte 580 milyon metre sêgoşe.

Bendava Sefan jî dikeve bajarokê Dêrikê û piştî Bendava Başûrê Hesekê, di pileya duyem de tê. Heta Adara 2020an, embarkirina wê ya avê gihişte 48 milyon metre sêgoşe.

Ew bendav ava vexwarinê ji bo beşekî ji bajarên Qamişlo, Dêrik û Rimêlan dabîn dike.

Bendava Rojhilatê Hesekê jî sala 1990î kete kar. Dirêjiya wê 2 hezar û 800 metre ye û bilindbûna wê 31 metre ye. Di rûberê 9 hezar hektarî de, ava pak, heta 92 milyon metre sêgoşe embar dike. Ava wê jî ji aliyê bajarê Serê Kaniyê ve bi rêya kenaleke taybet bi dirêjahiya 65 kîlometreyan tê.

Bendava Cerahî li navçeya Tirbe Spiyê heye, Li Dêrikê jî bendavên Meişûq, Hakimiyê û Mensûre hene.

Herwiha li Çil Axa jî, herdu bendavên Çil Axa û Bab Elhedîd hene.

Çavkaniyên van bendavan ava baranê, bîrên artewazî û çemên Xabûr, Ceqceq, Circib û Zergan in.

Bendavên avê li Cizîrê ji bo dabînkirina ava vexwarinê û avdana beşekî ji zeviyên çandiniyê ne.

Lê Tevî hebûna 10 bendavan jî, Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji sala 2000î ve, ji ber zuhabûn û nebûna avê dinale û ti çareyek ji bo vê kêşeyê nehatiye dîtin.