Qamişlo (Rûdaw) - Ava Bendava Hesekê ji ber tevlîbûna paşmayên petrolê pîs bûye û masî têde dimirin û bi ser avê dikevin.
Niha dema nêçîra masiyan e, masî ji ber tevlîbûna madeyên kîmawî di nav bendavê de mirine, lewma girtina wan hate qedexekirin, yek ji madeyên metirsîdar li ser mirovan ku di nav wê avê de hatiye dîtin, madeya zirnîx e.
Ava Bendava Hesekê êdî kêrî vexwarinê nayê û şor e, lê dibe ku xwarina goştê masiyên wê ava pîs metirsiya nexweşiya penceşêrê li ser mirovan çê bike.
Paşmayên petrolê tevlî wê avê bûne, lewma gemarî bûye û gelek madeyên xeter yên kîmawî ketine nav.
Girtina masiyan jî li wê navçeyê, çavkaniya debara jiyana xelkê bû, êdî ew jî bê kar mane.
100 miliyon metre sêcar av , îsal tevlî ava bendava başûrê Hesekê bû, koma giştiya avê di bendavê de giheştibû 724 milyon metre sêcar av, bibû jêderek ji bo girtina masiyan û avdana zeviyên li derdora çem, lê niha madeyên jehrawî tevlî avê bûne.
Yedeka avê ji Çemê Xabûre li başûrê parêzgeha Hesekê ye. Masî biser avê ketine, mirar bûne û 200 hezar donim baxçe ji wî çemî tên avdan.
Ebdulrezaq ê 35 salî , yek ji wan kesan e ku bexçeyî wî li ser Çem e. Ew gazinê ji pîsbûna avê dike.
Cotkar Ebdulrezaq Xelef dibêje: “Ava komkirî ji Çemê xabûr yê Hesekê û Ceqceqê ya Qamişlo û ava baranê ye, gelekî şor e ji bo çandiniyê ji sedî 40 baş e hin rêkarên Hesekê û yê gundê Xemayîl têde werdibin.”
Sedema qirêjbûna avê ne tenê ji bo rêkaran vedigere, di heman demê de hejmarek ji masîgiran jî, hin made û kelûpelan ji bo girtina masiyan bikartînin ku avê bi xwe re pîs dikin.
Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Ajelan li Hesekê di wê baweriyê de ye ku rêjeya avê bilind e, û hejmara rêkaran ku di çem de werdibin kêm e, lewma û tevî hebûna gemarê, lê heya niha jî û li gorî pişkinînên wan ên destpikî av bikêrî avdanê tê.
Hevseroka Desteya Çavkaniyên Avê li Hesekê Delal Mihemed jî dibêje: “Madeyên weku zernîx û zîbeq û kadiyom eger têde hebane , ji çandiniyê re ne dibû, lê me pişkinîn çêkir, ev made têde tune ne, şorahî û veguhestina elektirîkê têde zêde ne, lê bikirî avdanê tê, her serê mehê û nîvê mehê em avê vedikin jibo cotkaran.”
Ji ber nebûna taqîgehên pêşketî li Rojavayê Kurdistanê , heya niha asta metirsiya vê avê li ser tendirustiyê mirovan nehatiye yekalîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse