Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

27-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Mesûd Barzanî Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzidiyan Kurdên Êzidî Laliş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg ê kurê Mîr Tehsîn Beg kir ku weke Mîrê Êzidiyan ê nû li cihê bavê xwe hat destnîşankirin û ragihand, “Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta xwîşk û birayên Êzidî bikî û em jî dê hevkar û piştevanên we bin.”

 

Serok Mesûd Barzanî nameyek areseteyî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir ku îro weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin.

 

Serok Barzanî di peyama xwe de Mîr Hazim Tehsîn Beg ku weke mîrê nû hatiye destnîşan kirin û hemû Kurdên Êzidî bi germî pîroz dike û hêviya serkeftinê bo dixwaze.

 

Serok Barzanî dibêje, “Kurdên Êzidî pêkhateyeke sereke ya netewa Kurd û Kurdistanê ye û hêvîdar im di erka xwe ya nû de bi baştirîn şêwe xizmeta wan xwîşk û birayên me bikî û em jî hevkar û piştevanên we dibin.”

 

Li Perestgeha Lalişê îro di merasîmekê de Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzidiyan dest bi karê xwe kir.

 

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan tevî çend zanayên olî yên Êzidiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

 

Piştre endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan û mîrê nû yê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg derketin pêşberî xelkê û li hewşa Perestgeha Lalişê, Mîr Hazim Tehsîn Beg sonda olî xwar û bi fermî weke mîrê nû yê Êzidiyan hate nasandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst