Êzidiyan li Şingalê cejna Çilê Havînê pîroz kirin

Şingal (Rûdaw) - Li navçeya Şingalê û deverên derdora wê, welatiyên Kurdên Êzidî cejna Çilê Havînê ango Cejna Feqîran pîroz kirin.

 

Di vê cejnê de, ku taybet e bi Feqîrên Kurdên Êzidî, di destpêkê de serdana goristanan tê kirin, piştî derbaskirina nêzîkî 2 saetan, Kurdên Êzidî serdana mezargehên xwe yên pîroz dikin.

 

Ji sedî bîst û pêncê Êzidiyên Şingalê, ji taxa Feqîran pêk tê.

 

Micêwirê Mezargeha Şerfedîn, Şêx Ismaîl ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe bi lidarxistina cejnê di rewşek aram û seqamgîr de anî ziman.

 

Şêx Ismaîl herwiha hêvî kir, ku ev cejn bibin destpêka lihevkirin û tifaqa tevahiya aliyan, daku xêr û xweşî bi ser tevahiya deverê de bihê.

 

Di salê de 7 cejnên Kurdên Êzidî hene, lê ev cara yekê ye ji Tebaxa sala 2014 an ve ku cejna Çilê Havînê bi vî awayê berfireh tê pîrozkirin.