Dije Terora Kurdistanê li tometbarekî din ê êrişa Hewlêrê digere

27-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dije Terora Herêma Kurdistanê wêneyê yek ji tometbarê êrîşa 17ê mehê ya Hewlêrê ku têde dîplomatekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibû kuştin belav kiriye û dibêje: “Herkesî ku zanyarî li ser heye, bila di zûtirîn dem de peywendiya xwe ligel hêzên asayişê pêk bîne.”

 

Dije Terora Herêma Kurdistanê derbarê tohmetbarekî din ê êrişa Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir. Dije Terorê wêne û navê tohmetbar belav kiriye û daxwazê ji hemwelatiyan dike ku her çi zanyarî di derbarê wî tohmetbarî de bizanin bidin hêzên asayişê.

 

Di daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê hate gotin: “Tometbar Siyako Baqî Ebdulkerîm jî beşdarî li wê bûyera terorîstî ya roja 17ê Tîrmehê ya Hewlêrê kiriye û tê da karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û du hemwelatiyên kurd canê xwe ji dest dabûn.”

 

Dije Terora Kurdistanê herwiha daxwaz ji hemwelatiyên dike ku herkese zanyarî li ser wî kesên hebe di zûtirin demê de peywendiyê ligel hêzên asayişa Kurdistanê pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst