Perestgeha Laliş tê nûjenkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Perestgeha Laliş ku cihê herî pîroz ê Kurdên Êzdî ye tê nûjenkirin, kesên ku serdana Lalişê dikin, ji ber destpêkirina projeya nûjenkirinê kêfxweş in.

 

Perestgeha Laliş cihê herî pîroz ê Kurdên Êzdî ye. Perestgeh di nav newalên Şêxan de cîh digire û hemû Kurdên Êzdî jî hêvî dikin derfet ji wan re çêbibe daku serdana wê bikin. Niha projeya nûjenkirina Laliş tê cîbicîh kirin û karker jî sûdê ji wan keresteyan werdigirin ku destpêkê bo çêkirina perestgehê hatine bikaranîn.

 

Karkerê bi navê Merwan Husên dibêje: "Wek dibêjin, demeke zêde ye heye, kevin bûye û çend cihên wê hene ku divê bên nûjenkirin. Berê lijneyeke nûjenkirinê hebû û kevir û blok bikaranîn. Niha blok û çîmentoyê didin aliyekî û wiha nûjen dikin wek sed sal berî niha çawa bû. Ev avahiyeke qedîm e û vedigere dema çêkirina zevî."

 

Biryar bû çend sal berî niha projeya nûjenkirina Laliş dest pê bikira, lê êrîşên DAIŞê di sala 2014an de proje bi paş xist. Niha ku li Iraqê ti deverek di destê DAIŞê de nemaye, êdî xelk bi giştî û bi taybetî Kurdên Êzdî serdana Lalişê dikin.

 

Welatiyeke bi navê Lare Kemaldiyar kir: “Em tên vê derê, ji ber ku ev der bo Êzdiyan cihekî pîroz e û cihekî ye ku divê di jiyana xwe de carekê serdana wê bikî.”

 

Zêdebûna kesên ku serdana Lalişê dikin wiha kiriye, her ligel vê projeya nûjenkirinê rêya giştî ya ber bi perestgehê ve jî tê baştir û berfirehtir kirin û geraceke mezin jî ji bo otomobîlan were çêkirin. Kesên serdana perestgehê jî dikin bi vê pêngavê kêfxweş in.

 

Lare Kemal dibêje: “Cihekî gelekî mezin û xweşik e û gelek kes jî tên vê derê. Ew pêşketinê bidest dixin û mezintir dikin daku zêdetir cihê xelkê hebe.”

 

Salane nêzîkî 200 hezar kes serdana Lalişê dikin û piraniya wê serdanê jî destpêka sala nû ya Kurdên Êzdî û di demsala havînê de tê kirin.