Şandeke YNKê serdana Tevgera Goranê kir

27-07-2017
RÛDAW
Nîşan YNK Tevgera Goran Kosret Resûl Elî Omer Seyid Elî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê wê partiyê Kosret Resûl Elî serdana Tevgera Goranê kir.

 

Li gorî zanyariyan, ev şanda YNKê bi armanca pîrozbayîkirina li Serokê Nû û endamên Desteya Rêvebirinê yên Tevgera Goranê serdana wê partiyê kiriye.

 

Şanda YNKê li Girê Zergete ku baregeha sereke ya Goranê li wir e, ji aliyê Serokê Nû yê Goranê Omer Seyid Elî ve hat pêşwazîkirin.

 

Li gorî medyayên YNKê, di hevdîtina îro de ji bilî pîrozbahiyên bi boneya hilbijartina serokê giştî û endamên desteya rêvebirinê yên Goranê, her du aliyan derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî gotûbêj kirine.

 

Serdana şanda YNKê bo baregeha navendî ya Tevgera Goranê, piştî civîna îro ya polîtboruya wê partiyê hat, ku li gorî daxuyaniya piştî civînê, tê de tekezî li ser serdana YNKê bo cem aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hatibû kirin.

 

Her yek ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî û endamên polîtboruya YNK, Mela Bextiyar, Omer Fetah, Qadir Hemecan, Rifet Ebdullah, Seidî Ehmed Pîre, Aso Mamned û Ceifer Şêx Mistefa di şanda YNKê de cih girtine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst