Li Erzinganê pevçûna darbirînê: Merivê xwe bi tivingê kuşt

27-06-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ji ber birîna daran merivekî xwe bi tivingê kuşt.

Bûyer îro li gundê Zazayê yê girêdayî navenda bajarê Erzinganê çêbû.

Li gorî zanyariyan, di navbera Huseyîn A. û merivê wî Erdogan O. de li ser birîna daran nîqaş derket.

Piştî ji nîqaşê her du pev çûn û Erdogan O. bi tivingê gule berda Huseyîn A. û reviya.

Huseyîn A. di encamê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê Huseyîn A. rakir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînanê ya Erzinganê.

Erdogan O. yê ku piştî bûyerê reviyabû li nêzîkî gund ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst