Rûdawê anîbû rojevê: Rêya Şemzînan û Rûbarokê tê paqijkirin
Şemzînan (Rûdaw) - Piştî rapora Rûdawê, Şaredariya Şemzînanê kampanyayeke ji bo paqijkirina gilêşa ser rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê da destpê kirin.
Navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê ku wekî bûkeke bedew û bêhmepa ye, ji ber sersarî, xemsarî û karên xerab ên rayedaran di rewşeke xeter û dijwar de ye.
Şaredariya Şemzînanê gilêşa ku ji nav bajêr kom dikir li kêleka Çemê Şemzînanê dirijand.
Rijandina gilêşê ya li kêleka çem û rûbaran hem dibe sedema nexweşiyan û hem jî dibe sedema pîsbûna jîngehê.
Rûdawê beriya niha mijara qirş û gilêşa li ser rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê bi raporeke taybet anîbû rojevê.
Berpirsên şaredariyê hem spasiya Rûdawê kir û hem jî bi rêya Rûdawê bangî xelkê Şemzînanê kir ku careke din qirş û gilêşên xwe nerêjin ser rêyê.
Serokê Şaredariya Şemzîna û qeymeqamê navçeyê tevî xebatkarên îdareyan û xelkê şemzîna berê xwe da rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê.
Demek e ev rê ji ber bi hebûna qirş û gilêşê bûbû rojev.
Piştî belavbûna dîmenên vê rêyê, Şaredariya Şemzînan dest bi kampanyayekê kir û rê hate paqij kirin.
“Madem ev der welatê me ye em çima bajarê xwe paqij ranagirin”
Serokê Şaredariya Şemzînanê Fahrî Şakar wiha anî ziman:
“Xwedê ji her kesê razî be îro xelkekî gelek zêde kom bûye ji bo paqijkirina Şemzînanê.
Ya ji destê me tê em dê bikin. Ji niha wê de jî em dê her sal vî karî bikin.
Madem ev der welatê me ye em çima bajarê xwe paqij ranagirin.”
Rêya di navbera Şemzinan û Rûbarokê de heman demê rêyeke nêwneteweyî ye û bi rêya deriyê sînorî yê Rûbarokê digihîje Herêma Kurdistan û Îraqê zêdetirî 40 sal in bi berdewamî qirş û gilêşa navçeya Şemzînanê li ser vê rêyê dihate rijandin.
Ev jî gelek caran dibû sedema nerazîbûnan.
Şaredariya Şemzînanê jî ragihand, her kesê ku êdî gilêşa xwe birêje ser rê dê were cezakirin.
“Kî gilêşa xwe li vir birêje dê bê cezakirin”
Alîkarê Serokê Şaredariya Şemzînanê Arîf Yilmaz got, “ji niha p pê de em dê tedbîran zêde bikin.
Her kesê ku qirşên xwe li vir birêje em dê ceza li wan bibirin û em rê nadin kes qirşên xwe birêje.
Qirşê heyî jî me şand ji bo Colemergê û li wir kargehên pêwîst hene kar li ser qirş û gilêşî dikin.
Ji niha pê de em nehêlin ev der pîs bibe.”
Karsazê Kurd Sabrî Ozel ku bi xwe jî ji Şemzînanê ye li ser vê pîskirina jîngehê raporeke berfireh amade kiriye.
Rapora ku Sabrî Ozel amade kiriye ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê ya Tirkiyeyê jî di nav de ji 7 saziyên fermî re şandiye û ji rayedaran xwest ku li ser vê mijarê bikevin tevgerê.
Babet heman demê piştî çend raporên Rûdawê di rojevê de bibû mijareke germ.