Volodymyr Zelenskyy ji Rûdawê re got: Bi Rûsyayê re hevdîtinên me yên nerasterast nînin

27-06-2024
Zinar Şîno
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Şerê Rûsya û Ukraynayê Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku heta niha ti hevdîtinên wan ên aştiyê bi Rûsyayê re nînin û Rûsya dixwaze şer berdewam bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê bibe çû Bruksela paytexta Belçîkayê.

Volodymyr Zelenskyy li Belçîkayê bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel re civiya.

Piştî civînê Zelenskyy û Charles Michel di konferansa rojnamegeriyê ya hevpar de axivîn.

Nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şîno ji Zelenskyy pirsî “Gelo çi pêwendiyeke we ya rasterast an jî ne nerasterast bi Rûsyayê re hene?”

Zelenskyy eşkere kir ku heta niha ti hevdîtinên wan ên aştiyê bi Rûsyayê re nînin û Rûsya bi tenê xwediyê plana şer e.

"Plana Rûsyayê tenê şer e"

Zelenskyy amaje bi wê yekê kir ku ti pêwendiyekî wî ya yekser yan jî ne yekser bi Rûsyayê re nîne û wiha got:

“Ti pêwendiyeke min bi wan re nîne. Bi ti awayî hevdîtina min wan re nîne. Sedema wê jî ew e ku ti planeke wan a aştiyê nîne.”

Tenê planeke wan heye ew jî ew e ku dê çawa şer berdewam bikin. Ev fikra wan e lê pêwîstiya me pê heye.

Dewlet dizanin ku Pûtîn dest bi şer kir û ti guman nîne ku ew destdirêjkar e.

Ev ne girîng e bê ka kî bi kê re bi awayekî veşartî axiviye. Em dixwazin hevdîtinan bi eşkereyî bikin. Ev ji bo me gelekî girîng e. "

28 meh in şerê Ukrayna û Rûsyayê berdewam dike. Heta niha Rûsyayê ji sedî 20ê xaka Ukraynayê kontrol kiriye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî heta niha 6 milyon û 300 hezar kes ji cih û warên xwe derketine û 3 milyon û 700 hezar kes jî bûne penaber.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst