CPT: Tirkiyeyê herî kêm 300 tank birine Dihokê, haziriya êrişê dike!

27-06-2024
Nîşan Tirkiye Tank Dihok Êriş Baregeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku Tirkiyeyê di nava 10 rojan de herî kêm 300 tank birine 6 gundên Dihokê û amadehiya êrişê dike.

CPTyê ragihand ku Tirkiye tankan vedigûzê Başûrê Kurdistanê, rojên dawiyê tetbîqateke leşkerî kiriye, li Berwarî Balayê tevgereke leşkerî heye û leşker ketine nava gundan.

Li gorî rapora CPTyê, leşkerên Tirkiyeyê ketine gundên Kêste, Aradna, Çelkê, Babîrê, Ure û Sereroyê yên Kanî Masêyê û bi peyatî li nava gundan digerin.

“Nikarin heywanên xwe ji malê derxin”

CPTyê behsa bandora vê tevgera leşkerî ya li başûrê welêt kir û got:

“Vê tevgera hêzên Tirkiyeyê tirs xistiye dilê şêniyên gundan û nikarin heywanên xwe ji malê derxin û çandiniya xwe bikin.”

Endamê CPTyê Kameran Usman ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiye ji 28ê Kanûna Paşîn a îsal ve li wê herêmê rêyan çêdike.

Kameran Usman got ku Tirkiyeyê tankên xwe bi rêya van rêyên leşkerî birine gundên gundên Kêste, Aradna, Çelkê, Babîrê, Ure û Sereroyê.

Leşker nasnameya xelkê kontrol dikin

Kameran Usman herwiha diyar kir ku her sê rojên dawiyê nêzîkî 1000 leşkerên Tirkiyeyê li baregeha leşkerî ya Girê Baruxê û li Çiyayê Metînayê li aliyê piştî Bamernê diçin û tên.

Baregeha Girê Baruxê sala 1997an li Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin û baregeha herî mezin a Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ye.

Li hêla din, rapora CPTyê destnîşan kir ku Tirkiyeyê 25ê Hezîranê li navbera gundên Babîrê û Kanî Belaqê xaleke leşkerî daniye û leşker nasnameya xelkê kontrol dikin.

“Beşeke girîng a xaka Herêma Kurdistanê dê bikeve destê Tirkiyeyê”

CPTyê li ser armanca Tirkiyeyê ya ji vê tevgera nû wiha got:

“Armanca Tirkiyeyê ew ku bigihe Çiyayê Hefttebeq yê li Şêladizê.

Piştre dixwazin Çiyayê Gareyê dagir bikin.

Heke ev rû bide Herêma Kurdistanê dê ji sedî 70-75ê desthilata xwe ya li Dihokê winda bike.

Heke operasyone Tirkiyeyê bi ser bikeve dê bi dehan gund bikevin bin metirsiyê û dê bi sedan kes koçber û derbider bibin.

Beşeke girîng a xaka Herêma Kurdistanê dê bikeve destê Tirkiyeyê û dê standina wê zehmet be.”

Li hêla din, CPTyê ragihandibû ku Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an zêdeyî 800 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye û 8 sivîlan jî ji ber wan êrişan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst