Alina Romanowski: Em hêvî dikin hilbijartin neyên bipaşxistin

27-06-2024
Nîşan Alina Romanowski Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê got, “Em hêvî dikin ku hilbijartin ji bo demokrasiya Kurdistana Îraqê careke din neyên taloqkirin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab doh ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar daye ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên kirin.

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê diyar ku Amerîka diyarkirina roja hilbijartinan wekî gaveke erênî dinirxîne.

Alina Romanowskiyê ji ber hewlên wî yên ji bo encamdana hilbijartinan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û ji hikûmetê xwest ku hilbijartin bi awayekî şefaf bên kirin.

“Em hêvî dikin ku hilbijartin careke din neyên taloqkirin”

Alina Romanowskiyê bi rêya hesabê xwe yê Xê bi bîr anî ku hilbijartin çend caran hatine taloqkirin û got:

“Em biryara encamdana hilbijartinan wekî gaveke erênî dinirxînin.

Em ji hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê dixwazin ku şefafî û paqijiya hilbijartinan garantî bikin.

Hilbijartin heta niha çend caran hatine bipaşxistin, em hêvî dikin ku ji bo demokrasiya Kurdistana Îraqê careke din neyên taloqkirin.”

“Dema hilbijartinan gelekî guncav e”

Li hêla din, Serokê Tîma Rojnamegeriyê ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl diyar kiribû ku di navbera Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de hevahengî heye û gotibû:

“Dema hilbijartinan gelekî guncav e. Em dê dest bi xebatên xwe bikin da ku hilbijartin wê demê bên kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê biryar dabû ku hilbijartin 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Dadgeha Federal a Îraqê, li ser giliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar dabû ku kotayên pêkhateyan ên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî vê biryarê ragihand ku dê beşdarî hilbijartinan nebe lê piştî hevdîtinên bi aliyên din re dîsa biryar da ku beşdarî hilbijartinan bibe.

Diyarkirina roja hilbijartinan ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Amerîka, Ewropa û gelek welat û nûnerên din ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst