Hejmara parlamenterên Dêrsimê zêde bû

27-06-2024
Nîşan Dêrsim Parlamenter Hejmar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê ragihand ku hejmara parlamenterên Dêrsima Bakurê Kurdistanê bûye 2.

Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê ya li ser herêmên hilbijartinê û hejmara parlamenteran di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Herêmên hilbijartinê û hejmara parlamenterên parêzgehan li gorî amarên şêniyan ên Saziya Amaran a Tirkiyeyê hatin diyarkirin.

Li gorî amarên nû yên nifûsê, hejmara parlamenterên Stenbolê ji 98an daket 96an.

Parlamenterekî parêzgehên Hatay û Kutahyayê kêm bû.

Herwiha li Dêrsim û li bajarên Bursa, Eskîşehîr û Bayburtê jî hejmara parlamenteran 1 zêde bû.

Li gorî biryara nû, Dêrsim dê di hilbijartinên bê de 2 kesan bişîne Parlamentoya Tirkiyeyê.

Bi tevahî 600 kursiyên Parlamentoya Tirkiyeyê hene û herî zêde ji Stenbolê (96), Enqere (36) û Îzmîrê (28) parlamenter tên hilbijartin.

Li Bakurê Kurdistanê herî zêde ji Riha (14), Dîlokê (14) û Amedê (12) parlamenter tên hilbijartin.

Herî kêm jî ji Erzinganê (2), Dêrsim (2), Kilîs (2), Îdir (2) û Erdexanê (2) parlamenter tê hilbijartin.

Ji 600 parlamenterî 130ê wan ji 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê tên hilbijartin.

Li hêla din, Enqere ji 2 herêmên hilbijartinê, Stenbol ji 3 herêmên hilbijartinê, Bursa ji 2 herêmên hilbijartinê û Îzmîr jî ji 2 herêmên hilbijartinê pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst