Li Amedê komkirina zebeşan: Cotkar ji ber û bihayê zebeşan razî ne

27-06-2024
Abdulselam Akinci
Karkerên demsalî yên zebeşan/Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw
Karkerên demsalî yên zebeşan/Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw
Nîşan Zebeşê Amedê Mehmet Atîk Cotkarên Bakurê Kurdistanê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çinîna zebeşên Amedê dest pê kiriye. Cotkarên zebeşan ji berhemên xwe razî ne û eşkere dikin li gorî sala borî qezenca wan baştir e.

Li Amedê demsala berehvkirina zebeşan dest pê kiriye û cotkar her roj berhemên xwe kom dikin û dibin bazarê.

Karkerêm demsalî di dema çinîna zebeşan de tên Amedê û li nava bîstanan kar dikin.

Karker beriya roj derkeve li ser bîstanan hazir dibin û yek bi yek bi dehan barhilgir bar dikin.

Karkerên ku ji ber nebûna kar ji Rihayê derketine û bajar bi bajar digerin di vê werzê de hatine Amedê û di bin 42 pileyên germayê de zebeşan kom dikin û li barhilgiran bar dikin.

Zebeşên bi navûdeng ên Amedê piştî ku têne çinîn ji 81 bajaran re tên şandin.

Zebeşê Amedê bi tehm û aromaya xwe ya taybet bi keda karkeran digihêje ser sifreyan.

“Ji bo kar em ji Sirûcê hatine Amedê”

Karkerê bi navê Resûl Ateş ku ji Rihayê hatiye Amedê û di nava bîstanê zebaşan de kar dike.

Resûl Ateş eşkere kir ku sala çûyî nexweşî li nava zebeşan pir bû, îsal nexweşî tune.

Li gorî gotina Resûl Ateş zebeş îsal pir xweş in û bi pereyekî baş diçin û kîloya wan jî bi bin 10-12-13 lîreyan nakeve.

Karkerê Hiseyîn Çetîn behsa zahmetiya karê çinîna zebeşan kir û wiha got:

“Em hemal in, em 30 karker ji Sirûcê hatine û li vir dixebitin. Me vir qedand îja em dê herin Mûşê û herin Xarpêtê.

Îşê me pir zor e, de ka em çer bikin. Camêran cotkarî kiriye zebeşên me pir xweşik in. Hemû xweş in û îsal nexweşiya zebeşan nîne.”

Li gundê Qaxiktepeyê yê Çinara Amedê nêzîkî deh barhilgir li nava heman zeviya zebeşan in û di dorê de ne ku bên bar kirin.

“Ez ji Mûşê ji bo van zebeşan hatime”

Bazirganê zebeşan ê bi navê Levent Sonmez wiha behesa taybetiyên zebeşê Amedê dike:

“Weleh ez ji Mûşê ji bo van zebeşan hatime. Bila Xweda meriv bi qurbana Amedê bike.

Zebeşê Amedê şekir e şekir. Ka zebeşê Edenê çî ye?!

Bila neçin ji cihên din nestînin. Werin li Amedê binêrin.

Zebeşê Amedê organik e, zebeşên ji derve nayên xwarin. Tev bi gubre ne û dermankirî ne.

 Ev organik e. Eger organik nebe mirov dikaribû ew wisa bixwara?! Tehma wî çiqas xweş e.”

Bazirganê zebeşan ê bi navê Îbrahîm Abay jî amaje bi wê yekê kir ku kirîna zebaşên Amedê mesrefa wan a veguhastinê kêmtir dike.

Eger ew zebaşan ji Edeneyê bibin Wanê dê mesrefa wî 50 hezar lîre be lê eger zebeşên Amedê bistînin û dê mesrefa wî 30 hezar be.

Xwediyê bîstanê zebeşan cotkar Mehmet Atîk bi şirîkên xwe re 600 donim zebeş çandiye û wî ji bîstanên xwe 5 hezar û 400 ton zebeş hildaye.

“Zebeşên Amedê xweş in û bi tahm in”

Mehmet Atîk yekem cotkar e ku îsal li Amedê werza çinîna zebeşan daye destpêkirin.

Cotkar Mehmet Atîk jî li ser berhemanîna zebeşên Amedê wiha got:

“Anha berhema ku em li vir distînin ji Edeneyê em nastînin. Îcar zebeşên Diyarbekirê yên Qerejdaxê xweş in.

Diyarbekir, Qedejdax bi şev hênik e bi roj germ e. Aromaya zebeşan jî zehf zêde ye. 

Dema tu didî deste xwe şêrîza wî bi destê te ve digre.”

“Sala borî me zerer kir îsal me kar kir”

Cotkarê bi navê Haşîm Ozbek jî wiha behsa berhemên xwe dike:

“Îsal zîpik û baranê li zebeşên Edeneyê xist. Zebeşên wan şewitîn. Ji ber wê zebeşê Diyarbekirê pere kir.

Me sala çûyî zerer kiribû me îsal kar kir. Înşelah bi xêr be.”

Heta niha nayê zanîn bê ka îsal çend hezar bîstanê zebeşan li Amedê hatiye çandin.

Sala 2023yan ji 30 hezar donim zevî zêdetirî 150 hezar ton zebeş hatibûn berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst