Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

27-06-2024
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd Bariş Kiliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Bariş Kiliç piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Bariş Kiliç 4ê Tîrmeha 1994an li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Bariş Kiliç birîbû.

Bariş Kiliç di 30 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Mereş,  Semsûr, Xarpet Meletî , Bursa, Edîrne û Eskîşehîrê ma.

Kiliç 27ê Hezîrana 2024an li girtîgeha navçeya Depê ya Xarpetê cezayê xwe temam kir û hat berdan.

Kiliç li ber girtîgehê ji aliyê rêveberên DEM partiyê, malbat û kesûkarên xwe û endamên Komaleya Hevgirtina Malbatên Girtiyan ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Bariş Kiliç piştî ku ji girtîgehê derketiye ber bi bajarê xwe Dêrsimê ve bi rê ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst