COLEMÊRG – Qeyûm bi çalakiya rûniştinê tê protestokirin

27-06-2024
Nîşan Colemêrg Qeyûm Protesto DEM Partî Çalakiya Rûniştinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî danîna qeyûm çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê qeyûm danîbû ser Şaredariya Colemêrgê ku di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de bû.

Serokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî hat girtin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

DEM Partî ji wê demê ve li ber şaredariyên xwe nobetê digire.

DEM Partiyê li Colemêrgê li ber Bazara Gel a bajêr dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Ji navçeyên Payîzava û Elbakê yên Wanê û navçeya Avkevirê ya Agiriyê gelek şaredar, endamên meclîsên şaredariyan û berpirsên DEM Partiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

“Rêzê li vînê bigirin”

Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên, “Em dê tecrîdê bişkînin”, “Em dê qeyûm bişînin”, “Ne qeyûm, ne tecrîd, ji gelê Kurd re azadî”, "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin xespê" û "Rêzê li vînê bigirin" hatin daleqandin.

“Tekoşîna me dê berdewam bike”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez li ser hesabê xwe yê Xê wêneyên çalakiyê belav kirin û ragihand:

“Heta pergala qeyûm ji vê axê bê şandin dê tekoşîna me berdewam bike.”

Ji aliyê din ve, hat zanîn ku dê çalakiya rûniştinê her şev bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst