Li Mereşê qeza: 3 mirî, birîndarek

27-06-2024
Nîşan Mereş Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 4 otomobîlan li hev xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla ku Hasan Kiliçparlar diajot li ser rêya Otobana Tarsus, Edene û Dîlokê ya di navbera parêzgehên Dîlok û Mereşê de li du otomobîlên li pêşiya xwe xist.

Her du otomobîl jî li otomobîleke din qelibîn.

Di encama qezayê de ajokarên her 3 otomobîlan Orhan Gul, Gulsum Vaapova û Veysel Oduncu canê xwe ji dest da û Bulent Aydinişik jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Bulent Aydin veguhast nexweşxaneyê.

Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin piştî rakirina otomobîlan careke din ji hatin û çûnê re hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst