Di encama gulebarana hêzên Tirkiyê de agir bi derdora gundekî ket

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama gulebarana hêzên Tirkiyê de agir bi giya û pûşê li derdora gundê Heyat ê devera Barzan li Başûrê Kurdistanê ket.

Li gor zanyariyan, leşkerên Tirkiyê roja Duşemê derdora gundê Heyat ê ser bi bajarokê Pîranê ya devera Barzan ve gulebaran kirin û di encama gulebaranê de agir bi deverê ket.

Berpirsê Şaxa 3an a Girkalî ya Jîngeha Barzan, Sefîn Hesko ji Rûdawê re ragihand, “leşkerên Tirkiyê li Çiyayê Kevêt û di nav kelayê de teqe li sînorê gundê Heyat kirin û di encam de agir bi giya û pûşê navçeyê ket.”

Sefîn Hesko herwiha diyar kir, “pêşmergeyên Jîngeha Barzan ji bo kontrolkirin û vemirandina agir gelek hewl dan û rê nedan agir nêzîkî gund û avahiyan bibe û piştî 5 demjimêran agir kontrol kirin.”

Wî berpirsê Jîngeha Barzan da xuyakirin, di encama şewatê de rûbereke mezin pûş û giyayên çiyayî yên li derdora gundê Heyatê yê ser bi bajarokê Pîranê ve şewitî.