Li Qersê baran û zîpik barî: Zirar gihişt çandiniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve baran û zîpikeke dijwar barî. Ji ber baranê rêyên nav bajêr tejî av bûn û zirareke zêde gihişte zeviyên çandiniyê.

Herçiqas dawiya meha Hezîranê ye lê hêj jî li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek ku bihar be baran û zîpik dibare.

Li navçeya Zarûşadê ya Qersê şevê din 26ê Hezîranê di demjimêrên êvarî de baran û teyrokeke (zîpikek) dijwar barî û heta derengê şevê berdewam kir.

Li gor tê gotin, libên zîpikê bi gwîzan bûne û ji ber wê zîpikê gelek çivîk mirine û her wiha zirareke zêde gihiştiye zeviyên çandiniyê.

Herwiha ji ber baran û teyrokê kolanên nav bajêr tejî av bûn û derbasbûna otomobîlan zehmet bû.