Ji Nêçîrvan Barzanî peyama cejnê: Werin em rûpeleke nû vekin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi manesebeta Cejna Qurbanê bang li aliyan kir û got “Werin em rûpeleke nû vekin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi manesebeta bi helkefta Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û cejna hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe dibêje “Werin em bi hev re hemû peyam û wateyên cejnê li gerdenazadî, lihevkirin û aştbûnê bikin firsendeke nû ji bo nûkirina têkiliyên xwe û vekirina rûpelek nû.”

Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe berdewam kir “Gelê Kurdistanê ji her tiştekî zêdetir ji hêz û aliyên siyasî hêvî dike ku cejnê bikin derfeta yekrêzî û biratî û pêkveyî da ku em hemû bi hev re ber bi paşerojeke baştir ve biçin. Werin em hemû li pey wê hêviyê biçin.

Cejna we hemûyan pîroz be û hemû sal bi xweşî be.”