Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be û Xwedê Kurdistanê biparêze

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir û got “Bi hêviya ku ev cejn bibe sedema tebayî, lêborîn, xêr û xweşî û pêşkeftina zêdetir a nîştimana me. Cejna we pîroz be û Xwedê Kurdistanê biparêze”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Mesrû Barzanî di peyama xwe de dibêje “Bi minasebeta cejna pîroz a Qurbanê bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî, kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û Enfalkiriyan gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got “Hêvî dikim di rewşeke aram, di nava şadî û xweşiyê de rojên xwe yên cejnê derbas bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got “Bi vê hêviyê me ku cejn bibe sedema tebayî, lêborîn, xêr û xweşî û pêşkeftina zêdetir ya nîştimana me û dabîn bûna aştî û aramî li dever û cîhanê de bi giştî.

Cejna we pîroz be û Xwedê Kurdistanê biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst