Li Rihayê îsal bazara qurbanan sist e

27-06-2023
Mihemed Emin Demir
Li Rihayê îsal bazara qurbanan sist e
Li Rihayê îsal bazara qurbanan sist e
Nîşan Riha Bazara Ajelan Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja erefatê de ajeldarên ku pez û dewarên xwe anîne Bazara ajelan a Rihaya Bakurê Kurdistanê li hêviya mişteriyan e. Ji ber zêdebûna xerciyan û bihabûna ajelen îsal bazar sist e.

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Îzzet Çiftçi ji Rûdawê re ragihand ku li gor sala par firotina qurbanan gelekî kêm bûye.

Îzzet Çiftçi got “Bazara me ya Rihayê pir mezin e û bazirganiya me zef mezin e. Lê îsal li gorî sala çûyî piyasaya me pir kêm e. Pez û dewar pir biha ne û rewşa miletê me jî ne rind e.”

Ajeldar dibêjin pez û dewar giran bûne û lîre bê qîmet bûye, ji ber wê jî çiqas giran bifroşin jî qîmetê pereyê dikeve destê wan nîne.

Ajeldar Şêxmûs Çimen dibêje “Bi giştî fiyeta ajelan rind e. Dewar biha bûne lê firtona pez hinek zêdetir e. Sibe, dusibe çawa bê xuyakirin niha ne diyar e. Li gor sala borî fiyet bilind in, pere tuneye. Her ajelek bi 6-7 hezaran difroşin, navê milyonan heye lê qîmet di pere de tuneye. Perê me li hemberî perê dinyayê bûye kaxez, heqîqî kaxez.”

Riha di hejmara ajelên biçûk de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza sêyemîn de ye û ji bilî pêwîstiya navxwe hejmareke zêde ya ajelan jî bo bajarên Tirkiyê û welatên din hinarde dike.

Li gor amarên fermî li Rihayê 231 hezar 489 bizin û 2 milyon 93 hezar û 967 mî bi tevahî 2 milyon û 325 hezar û 456 ajelên biçûk û herwiha 321 hezar û 989 dewar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst