Li Wanê bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 6 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 6 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand, xebatên rêgirîkirina qaçaxçitiya koçberan berdewam in. Di çarçoveya xebatên tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçitiya Koçberan a Rêveberiya Ewlekariya Wanê, hefteya borî du operasyon hatin lidarxistin.

Di her du operasyonan de bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 7 kes hatin desteserkirin. 7 kes piştî temambûna karên îfadeya wan li Rêveberiya Ewlekariya Wanê bo dadgehê hatin şandin.

Dadgehê derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û kesek jî bi şertên kontrolal edlî hat berdan. 6 kes bo girtîgehê hatin şandin.