Doza kuştina siyasetvanê Kurd Mehmet Sincar hat paşxistin

27-06-2022
RÛDAW
Nîşan Kurd Êlih Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sincar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Amedê careke din doza kuştina siyasetvanê Kurd û parlamenterê DEPê Mehmet Sincar, heta 24ê Kanûna 2022an paş xist.

Di ser kuştina parlamenterê DEPê Mihemed Sîncar re 29 sal derbas bûn.

Îro 8'emîn rûniştina doza kuştina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sincar ku 29 sal berê li Êlihê hatibû kuştin, li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û hevjîna Mehmet Sincar Cîhan Sincar û hejmarek kesên din civîna îro ya dadgehê şopandin.

Nahît Eren, Meral Daniş Beştaş û Cîhan Sincar daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan û banga tevlîbûna di rûniştina dadgeha doza Sincar de jî kirin.

Dadgehê careke din bêyî ku kujeran ceza bike û lêpirsînê berfirehtir bike, rûniştin bo 24ê Kanûna 2022an paş xist.

Pêştir di 24ê Sibata 2022an de rûniştineke din a dadgehê derbarê doza kuştina Mehmet Sincar de birêveçûbû, lê doz bo 27ê Hezîranê (îro) hatibû paşxistin.

Eger heta îlona 2023an kujer neyêne cezakirin ev doz dê bikeve û bê hikûm bimîne.

Cîhan Sincar hevjîna Mehmet Sincar di vê preskonfransa hevbeş de got, “di salên 1990’î de ji Musa Anter heta endamên partiyê yên ku rûmet û namûsa xwe parastibûn hatin kuştin. Wê demê serokwezîr û waliyê herêmê hebûn. Gotin 'em dê bikujin' û kirin. Îro zarokên me mezin bûne, lê hîna kujerên kalikên wan nehatine dîtin. Ji dema Seyîd Riza û vir ve ti sûcdarên kuştinê tune ne. Em wek malbat; Em dê li van dozan xwedî derkevin bê berdêl.”

Mihemed Sîncar parlamenter bû û di 4ê Îlona 1993an de li bajarê Êlihê ango Batmanê dema ku xwestibû kuştineke kiryar nediyar ronî bike hatibû kuştin. Di ser vê kuştinê re 29 sal derbas bûn lê hêj jî kujer nehatine cezakirin.

Li gorî qanûna Tirkiyê ger di ser bûyereke kuştinê re 30 sal derbas bibin, kujer nehatibin girtin ew doz êdî dikeve.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji salên 90î ve heta niha li gorî raporên ku Komeleya Mafên Mirovan KMMê amade kiriye 17 hezar kes bi awayeke kiryar nediyar hatine kuştin û ev dosye nehatine ronîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst