Li Erzînganê bihayê nan hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê nanê 210 gramî bo 4 lîreyê Tirkî hat zêdekirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê êdî roj bi roj bihayê xwarinê, nan, kelûpel û sotemeniyê tê zêdekirin.

Daxwaza nanpêjan a zêdekirina bihayê nan ji ber xerciyên wan zêde bûne û bihayê ard gelekî bilind bûye ji aliyê Odeya Esnafên (Dûkandar) Erzînganê ve hat qebûlkirin.

Odeya Esnafên Erzînganê, li ser daxwaza nanpêjan bihayê nanê 210 gramî bo 4 lîreyan zêde kir.

Herwiha bi biryara Odeya Esnafên Erzînganê, sîmîtê 80 gramî jî bo 4 lîre û nanê 270 gramî jî bo 5.50 lîreyan hat zêdekirin.