Galeriya wêneyan

27-06-2021
16 Photos
Abdulselam Akinci

Mûş (Rûdaw) – Li navçeya Melazgirê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê, bi rêbazên kevneşopî xwê ji ava kaniyên ku ji çiyayên herêmê diherike, tê derxistin û piştre jibo bikaranîn û firotinê ew xwê bo bajarên herêmê û seranserê Tirkiyê tê şandin.

Li gundê Karê yê navçeya Melazgirê ji bo parzûnandin û derxistina xwê ji avê, ji sala 2004 ve hewzên taybet hatine çêkirin ku av li wan hewzan tê komkirin û piştre xwê jê tê girtin.

Hejmara wan hewzan 560 hewz in û piştî ku avê berdidin nav wan hewzan, bo dema 4 rojan ew av ji ber tavê û hewayê germ di hewzan de dimîne, heta ku av dibe hilm û xwê dimîne.

Xwêya ku li binê hewzê rûniştiye, ji hêla karkerên ve bi firçeyan tê berhevkirin û bi traktoran bo cihê depokirinê tê veguhastin.

Ew xwêya ku li wê herêmê pêk tê, jibo firotinê bo bajarên derdorê yên Bakurê Kurdistanê û seranserê Tirkiyê tê şandin.