Li Sêrtê bi guleyên hêzên cendirme du koçber hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê berê sibeha îro şer û pevçûnek di navbera qeçaxçiyên koçberan û hêzên cendirme yên Tirkiyê de çêbû û di encamê de 2 koçber bi guleyên cendirmeyan hatin kuştin û 12 koçberên din jî birîndar bûn.

Parêzgarê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniyê, demjimêr 00:22ê berê sibeha îro Yekşêmê 27ê Hezîranê, li ser rêya Berwarî barhilgireke ku 82 koçberên Afxanî û Pakîstanî hilgirtibûn, li xala pişkinînê ya hêzên cendirme ranewestiya ye û teqe kirine.

Parêzgarê Sêrtê dibêje, hêzên cendirme bersiva teqeya qeçaxçiyan dane ku ji nav barhilgirê teqe kiribûn, di encamp de 2 koçbar hatine kuştin û 12 koçberên din jî birîndar bûn.

Herwiha Parêzgarê Sêrtê got, teqeker ku yek ji wan şofêrê barhilgirê bû, reviya ne lê ji aliyê hêzên cendirme ve hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan hemû birîndar bo Nexweşxaneya Giştî ya Sêrtê hatine veguhestin, rewşa wan a tendirûstî baş e û çareseriya pizîşkî werdigrin.

Koçberên din jî piştî lêkolînê bo Rêveberiya Koç û Koçberan hatine şandin.