Ava Wêstgeha Elok careke din qut bû

27-06-2021
RÛDAW
Nîşan Wêstgeha Elok Heseke Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ava Wêstgeha Elok careke din ji ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê qut bû.

Li gor zanyariyên ku Rêveberê Saziya Avê ya Hikûmetê li bajarê Hesekê , “bi sedema qutkirina elektrîkê ji ser Wêstgeha Elok a li rojavayê Serê Kaniyê, careke din ava wêstgehê ji ser bajarê Hesekê qut bûye.”

Rêveberê Saziya Avê ya Hikûmetê Mehmûd El-Ugle diyar kiriye ku “bêhtir ji yek milyon kes li bajarê Hesekê û gundewarê wê bê ava vexwarinê  mane.”

Li gorî ragihandina Saziya Avê ku ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye, projeya gihandina avê ji bo bajarê Hesekê û gundewarê rojavayê wî bajarî, hêj bidawî nebûye.

Mehmûd El-Ugle dibêje, tenê yek pemp û 10 bîr ji tevaya 34 bîr û 12 pempan li Wêstgeha Elok kar dikin.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî xerabtir bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst