Ji ber êrîşên Tirkiyê zevî û baxên xelkê Zaxo hişk bûne

27-06-2020
Yûsif Mûsa
Ji ber êrişên Tirkiyê çûna welatiyan bo 50 gundên li wê deverê hatiye qedexekirin
Ji ber êrişên Tirkiyê çûna welatiyan bo 50 gundên li wê deverê hatiye qedexekirin
Nîşan Zaxo Heftenîn Batîfa Çandinî Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û şerê dijwar ê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê, ji bilî tirsa zêde ya xelkê û nebûna garantiya asayişa canê wan, zeviyên wan yên çandiniyê û baxên wan jî jinav diçin. Herwiha çûna welatiyan bo 50 gundên li wê deverê hatiye qedexekirin.

Delîla Dirbas piştî 18 salan li gel hevjînê xwe bi dilekî şikestî ji tirsa bombebaran û êrişên Tirkiyê gundê Keşanê bicî hiştin.

Ji roja Şemiya derbasbûyî ve 20 donimên bîstan ku li ser dijiyan bicî hiştin û mala kurê xwe ya li nahiyeya Batîfa dimînin.

Delîla Dirbas, xelka gundê Keşanê, dibêje, “Mulkê me hemû pûç kir, 4 caran pêr êvarî firokeyan mulkê me bombebarankirin. Jibilî gelî, bireke helîkopteran danan hindav gund, ew sacme hatin ber lingê me.”

Di 30 salên derbasbûyî de, 361 gundên sînorê parêzgeha Duhokê hatin valakirin û ji ber operasyona vê dawiyê ya Tirkiyê, qedexeya hatinûçûnê li nav nêzikî 50 gundên sînorî yên Zaxo hatiye dayîn û hinek gund bi temamî hatine valakirin û gundên din jî li ber valabûnê ne û bi giştî 500 cotkaran nêzikî 50 hezar donim zeviyên çandiniyê li pişt xwe hiştine û nikarin biçin nav zeviyên xwe.

Zêrevan Mûsa, Rêveberê Nahiya Derkarê, diyar dike, “Dayina biryarekê ku qedexe ye cotkar biçin derametê xwe bînin nav bazarê, rast e, me rê pê nedaye. Berî operasyon tund bibe, me ev biryar daye ku nabe bi ti şêweyekê ne geştyar û ne jî cotkar biçin deverê, ji ber ku bi rastî jî nearamî li deverê heye.”

Di nav bazarên fêqî û sewzewatan de ziyan diyar bûne, kêmbûna gihiştina berhemên gundên sînorî cihekî mezintir bo yên hawirdekî hêlaye.

Silêman Elî, xwediyê elweyê, dibêje, “Vê gave li devera Sindiyan û Golyan heta digihije Amêdê li sînor, kes nikare berhemên xwe bînin û niha yê Şêxan ji Tirkiye û Îranê tê.”

Li gor amarê Rêveberiya Çandiniyê, salane parêzgeha Duhokê pêwîstî bi 3500 tonên fêqî û sewzewat heye, lê zêdetirî pêwîstiya xwe 800 hezar tonan berhem tînin û niha gihiştina wan berheman bo nav bazaran bi rêjeya ji sedî 40 kêm bûye.

Her sal di vê werzê de, bi rêja ji berhemê navxwe, di nava elweyên fêqî û sewzewatî de li Zaxo, berhemên herdu nahiyên Batîfa û Derkarê bû, lê îsal ji ber qedexeya hatinûçûnê li gundên van herdu navçeyan, bi rêjeya ji sedî 40 ji berhemê nav xwe di nav elweyan de kêm kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst