RÛBAROK – Deriyê sînorî yê navnetewî vedibe

27-06-2019
Mihemed Emin Demir
Nîşan Rûbarok Tirkiye Kurdistan Derî Sînorî Umurlu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Rûbarokê Ekrem Çetinkaya ragihand ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê amdekariyên vekirina deriyê sînorî yên navnetewî Umurlu temam bûne.

 

Serokê Şaredariya Rûbarokê Ekrem Çetinkaya ji Rûdawê diyar kir ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de deriyeke nû yê fermî vedibe û got: “Derî li herêma Rûbarokê vedibe û amadekariyên vî alî temam bûne. Li aliyê Herêam Kurdistanê jî xebateke zêde heye ji bo vekirina derî. Tê pêşbînîkirin ku derî dê heta 20-30 rojan çalak bibe.”

 

Ekrem Çetinkaya da zanîn ku deriyê bê vekirin, dê piranî ji bo armancên bazirganî were bikaranîn û got: “Di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê de ev mijara deriyê sînorî hatiye rojevê.”

 

Çetinkaya destnîşan kir ku li aliyê Başûrê Kurdistanê xebat bo berfirehkirina rêyan berdewam e, ew li bendenê ku di zûtirîn dem amadekariyên li Başûr jî temam bibe û wiha pê de çû: “Vekirina deriyê sînorî dê di berjewendiya herdu aliyan de be û herdu alî jî dê jê sûdê werbigrin. Herwiha xelkê li herdu aliyên nêzîk sînor mirovên hev in û serdanên wan jî dê asayîtir bibin. Derî dê ji bo aboriya xelkê deverê baş be.”

 

Serokê Şaredariya Rûbarokê amaje kir ku derî dê asta navnetewî de be û rojane derdora hezar wesayîtan dê çûn û hatine bikin.

 

Deriyê nû li aliyê Rûbarok bi Gundê Gîran re û li aliyê Başûrê Kurdistanê bi Gundê Zêdê re derbas dibe.

 

Derî 180 kilometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye û wek fermi dibe deriyê sînorî yê seyem di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst