Bi hatina havînê geştyar berê xwe didin Sûlava Bêgiriyê

27-06-2019
RÛDAW
Nîşan Wan Sûlava Bêgirî Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Wanê Sûlava Bêgirî ku di her çar demsalan de bi ciwaniya xwe balê dikşîne, piştî verastkirina nû ya ku li derodrê hat kirin, rêjaya geştyarên navxwe û biyanî serdana wê dikin zêde bûye.

 

Piştî xebata vê dawyiê yên verastkirina dorberê sûlavê, bêtir geştyarên navxwe û biyanî diçin dîtina sûlavê û herwiha hezkiriyên wêneyan jî tên û li vê derê ji xwe re wêneyan dikişînin.

 

Serhat Ece ku çûye dîtina sûlavê, diyar kir ku piştî xebata dawiyêa verastkirinê, eleqeya ji bo deverê jî zêde bûye û got: "Welatî li vê derê seyranê dikin û dema xwe xweş derbas dikin."

 

 

Ebubekir Çelik ku ji Îzmirê çûye Wanê jî diyar kir ku herî dawî wî 15 sal berê sûlav dîtibû û wiha got: "Gelek guhertinên newaze hatine kirin. Ev der ji bo ger û dîtinê ciyekî bijarte ye. Herwiha ji bo wênekişandinê jî ciyekî guncav e. Verastkirina derdorê jî xweşik çêbûye."

 

Esra Aydin ku li Tetwana navçeya Bidlîsê mamostetiyê dike, diyar kir ku herêm nexasim ji bo kampkirinê guncav e û herwiha Sûlava Mûradiyeyê roj bi roj bedewtir dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst