Bi serpereştiya Tirkiyê 20 dadwer li Efrînê hatine destnîşankirin

Hewlêr (Rûdaw) –Hikûmeta demkî ya Sûriyê bi serpereştiya Tirkiyê 20 dadwer li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destnîşan kirine, 18 ji wan erebên biyanî ne.

 

Hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê 20 dadwer ji bo bajarê Efrînê û her şeş bajarokên wê destnîşan kirine.


Li gor lîsteya navên dadwerên destnîşankirî ku ketiye destê Rûdawê, ji nav 20 dadweran tenê 2 dadwer xelkê resen ên herêma Efrînê ne.


Li gor lîsteyê, 6 dadwer ji bo bajarê Efrînê, 2 dadwer bo bajarokê Bilbilê, 3 dadwer bo Cindirêsê, 3 dadwer bo Raco, 2 dadwer bo Şiyê, 2 dadwer bo Mobata, û 2 dadwer jî bo Şera hatine destnîşankirin.