Pêşmergeyeke ji Brezîlya

Silêmanî (Rûdaw) - Di nava şeş mehan de gotinên "birakem, kake, çon î, baş î" fêr bûye û niyetê wê jî nîne careke din vegere welatê xwe.


Heloisa Jaira Pantojo (39) ji Brezîlyayê ye. Dema ew 9 salî bûye hemû endamên malbata wê di bûyereke hatûçûyê de jiyana xwe ji dest didin.


Pantojo li Brezîlê du salan leşkerî kiriye û şeş salan li Hindistanê pizîşkî xwendiye.


Haya Pantojo ji bûyer û pêşhateyên cîhanî heye. Dema DAIŞ derkete holê û êrîş kire ser Kurdistanê, wê biryar daye were û li dijî wê rêxistinê şer bike.


Pantojo ji Rûdawê re got: "Bi rêya tora civakî ya Facebookê piştî gelek hewlan min karî xwe peywendî digel berpirsên hêzên Pêşmerge bikim. Wî çaxî min destpê kir min hinek pere jî kom kir da ku karibim pê geşt bikim û werime şer. Dema ez gihame Kurdistanê ji min re gotin here navçeya Daqûqê li Kerkûkê ku lê pêşmergeyên biyanî şer dikin."


Kujera DAIŞ û birînpêça pêşmerge ye


Pêşmergeya brezîlî niha li Daqûqa Başûrê Kurdistanê bi qenasa destê xwe sekvan e. Lê ji bilî şerê DAIŞê, ew hunera xwe ya pizîşkiyê dixe jêr xizmeta hevrêyên xwe yên pêşmerge eger birîndar bibin.


Pantojo dibêje: "Pêşmerge gelekî rêz li min digirin. Heta ji min re bibêjin karê me bi te nemaye, ez dê bi wan re bim."


DAIŞ berdewam dîmenên tirsnak ên wekî kuştin, serbirîn, destjêkirin, şewitandina dîl û hwd. bi rêya torên civakî li ser înternetê belav dike. Hay û agahiya pêşmergeya brezîlî ji wan hovitiyên DAIŞê çêbûye. Pantojo dibêje:


"Mixabin gelekî bihêz in. Ji ber ku zaf piştevanî ji aliyê tundrêyên ereb û ewropî li wan tê kirin."


Liser pirsekê ka gelo ji Kurdistan an Brezîlê kîjanê hildibijêre, Pantojo dibêje:


"Bêguman Kurdistanê hildibijêrim. Ji ber ku civakeke muhafezekar e ku hêjayiyên xwe nirxbehayên xwe parastiye. Civaka Kurdistanê dilpak û rastgo ye."


Li Silêmaniyê hêzeke jinên Pêşmerge heye. Pantojo diyar dike ku wê navê wan bihîstiye. Lê heyrana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye li Rojavayê Kurdistanê û dibêje ew baştirîn şervan in.


Navê wê Nîştiman


Dema Pantojo tê li Başûrê Kurdistanê şer bike, pêşmerge navê "Nîştiman" lê dikin. Ew wateya navê xwe yê cengê dizane û pê şanazî dike.


Liser ziman û peywendîdanîna bi kurdan re pêşmergeya xwebexş a brezîlî dibêje:


"Gava bi kesekî re biaxivim, eger ji min mezintir be jê re dibêjim 'kake,' eger ji min piçûktir be, jê re dibêjim 'birakem.' Ez herwiha fêrî peyvên 'supas' û 'silaw' jî bûme."


Wê pêşmergeya ji welatekî Amerîkaya Başûr ku biryar daye li Kurdistanê bimîne aşkere dike ku ji hinga hatî ve hinek kesan daxwaza zewacê jê kiriyê lê ew ne bi dilê wê bûne.


Pantojo dixwaze li Kurdistanê bi dergistiyê xwe re bizewice û bibe xwedî malbat.


Li Kurdistanê gelek hezkerên tîma futbolê ya Brezîlê hene, lê ew qet jê hez nake û naxwaze li ba wê behsa futbolê jî bê kirin.


Derbarê siyasetê de jî ku ji wê jî hez nake dixwaze partiyên Kurdistanê li hev bikin da ku xelk bigihe rehetiyê û dawî bi pirsgirêkên aborî were.