Penaberî di çand û edebiyata Rojavayê Kurdistanê de

Penaber in penaber

Wek koçera der bi der

Welat welat digerin

Bûne wek teyrê bê per...  

 

Penaberî, ango derketina mirov ji cih warê xwe ji berê de û niha jî ji kurdan re ne xerîb bû. Li hemû aliyên Kurdistanê, nexasim di dema şer û karesatan de, kurdan ji warên xwe bar kir û berê xwe dan welatên xerîbiyê bi armanca star û parastina jiyana xwe. Bi taybetî niha kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê ku ev nêzîka 5 sala ye li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heye, bi sed hezaran kurdên rojava penaberî welatên derdorê û seranserê dinyayê bûn.

 

Ji bilî stran û kilamên kurdî, mijara penaberiyê di çîrok û nivîsên nivîskarên rojava de jî hatiye nîşandan. Nivîskar Reşad Şeref çend çîrok li ser mijara penaberiyê nivîsandine wek (Xewna Penaberiyê) ku tê de diyar dike çawa penaberî û hêwirîna li welatekî ewropî bûye xewna herî mezin ya kurdên rojava. Reşad di çîroka xwe de behsa jin û mêrekî kurd dike ku dev ji hemû tiştên xwe li welêt berdidin û berê xwe didin penaberiyê. Lê li wir rastî rewşên pirr xirab tên û hemû xewnên wan pûç dibin û demeke dirêj di kampeke penaberan a dûrîdest de dimînin û piştî lêpirsînê û çimkî îfadeyên herduyan ne wek hev in, ew dizanin ku mafê penaberiyê ji wan re dernakeve û divê vegerin.

 

Nivîskar Lewendê Dalînî ku ew bi xwe jî li Portugalê penaber e, çîroka penaberiyê dinivîse û behsa serpêhatiya her penaberekî ku sînor derbaskiriye yan jî wê rojekê derbas bike, dike. Nivîskar di çîroka xwe de behsa reva kurdên binxetê bo serxetê dike û balê dikşîne ser zehmetiyên ku di rê de dibînin û dek û dolabên qaçaxçiyan ku pirr caran ji hêla jandrmeyan tên girtin û jandrme bi hovîtî dadiberizin canê wan û hemû kîna xwe ya komkirî di serê wan de vala dikin. 

 

Wiha xuya dike wek nivîskarê kurd Selîm Berekat dibêje, qedera her kurdekî ye ku demekê ji deman serwinda bibe û bibe penaber û xerîbê welatan…