Tohmetbarên kuştina Apê Mûsa tên darizandin

Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya Amedê lêpirsîna derbarê kuştina nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) bidawî kir û derheqê 4 tohmetbarên kuştina wî de cezayên giran xwest.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, lêpirsîna li ser bûyera kuştina nivîskarê kurd Apê Mûsa ku sala 1992an li bajarê Amedê yê bakûrê Kurdistanê hatibû kuştin, bidawî bû.

Ji ber wê jî dozgeriya Amedê dozname amade kir û tê de ji bo 4 tohmetbarên kuştina Apê Mûsa cezayên giran xwest.

Di doznameyê de ji bo tohmetbaran bi hêceta “kuştina enqest”, “gijkirina xelkê li dijî hev” û “birîndarkirinê” doz hatiye vekirin û ji wan re cezayê girtinê yê heta hetayî û 20 sal zîndan tê xwestin.

Eger dozname ji aliyê dadgehê ve were qebûlkirin dê pêvajoya darizandinê dest pê bike.

Navên tohmetbarên kuştina Apê Mûsa wiha ne: endamê berê yê PKKê û cerdevanê niha Hamît Yildirim ku par li Şirnexê hatibû girtin, endamê îstixbarata artêşê (JÎTEM) Mahmut Yildirim ku wek “Yeşîl” jî tê naskirin, endamê berê yê PKKê û JÎTEMê Abdulkadir Aygan û efserê bi navê Savaş Gevrekçî.

Apê Mûsa, 20ê Îlona 1992an li bajarê Amedê ji aliyê “çekdarên nenas” ve hatibû kuştin.