Çiyayê Asosê hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê navçeya Mawetê ya Silêmaniyê Kameran Hesen diyar kir ku Çiyayê Asosê hatiye bombebarankirin.
Li Çiyayê Asosê îro dengê teqînan hat bihîstin. Xelkê Rêveberiya Îdareya Serbixwe ya Raperînê ew deng bihîstin.
Li gorî zanyariyên xelkê navçeya Çomanê dane Rûdawê, li Çomanê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.
Kameran Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku geliyekî Çiyayê Asosê ku navê wê Kuris e îro saet 10:00an hat bombebarankirin.
Li gorî gotina Kameran Hesen, ji ber bomberbaranê ziyana canî çênebûye û ji ber bombebaranê agir jî li herêmê derneketiye.
“Zerera canî çênebûye”
Li ser bihîstina denqê teqînê qeymeqamê navçeya Çomanê ya Hewlêrê Ehmed Barzan ji Rûdawê re da zanîn ku ew lêkolînê dikin û heta niha li herêma wan ti bombebaranek çênebûye.
Heta niha nayê zanîn bê ka balafirên kîjan welatî Çiyayê Asosê bombebaran kiriye.
Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê beriyê niha çend caran Çiyayê Asoê bombebaran kiribûn.