Li Semsûrê qeza: 2 mirî û 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golanê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla ku şofêrê Seyfî Can Onal û diajot li ser rêya Serê Golanê û Mereşê li barhilgira M.E.D. diajot qelibî.
Di qezayê trafîkê de şofêr û Nîno Bibinizdeya ji Gurcistanê canê xwe ji dest da.
Herwiha 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Golanê.
Hat zanîn ku otomobîla ku qeza kiriya ya Gurcistanê ye.