Saziya Keşnasiyê ji bo 13 parêzgehan hişyariya barana gur da

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Lehî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li 13 parêzgehan barana gur dibare û ji wan 7 parêzgeh ên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Dîlok, Semsûr, Kilîs, Erzirom, Qers, Meletî û Wanê baran dibare û egera lehiyê heye.

Saziyên pêwendîdar hatine hişyarkirin ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin da ku zerar çênebe.

Hat ragihandin ku li parêzgehên Tirkiyeyê pileya germê ji 1  heta 3 pileyan dadikeve lê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji 3 heta 5 pileyan bilind dibe.

Doh jî li çend parêzgehên Îdir, Qers û Erziromê jî ji ber barana zêde û teyrokê lehî rabû û zerereke mezin gehiştiye zeviyên çandiniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst