Di salekê de 176 kes ji ber birîna daran hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li mêrgên gundê Bîrokan ê navçeya Şeqlawe ya Hewlêrê birîna darên ter ev 2 sal in metirsî çêkiriye. Gundî dibêjin kesên nenas di nava rojê de darên ter ên mêrga gund dibirin.

Nazim Ebdullah ê xelkê gundê Bîrokan got, “Xelkê herêmê darên xwe birîne, gelek dar hatine birîn. Darên li wir darên berû û mazî ne ku zêdetir berû lê hene.”

Darên li ser 100 donim mêrga gund hatine birîn û parçe parçe kirine, darvanan hinek dar bar kirine û hinek jî hîştine.

Şêniyê gundê Bîrokan Bêstûn Sabir jî li ser birîna daran anî ziman, “Ew di nava rojê de daran dibirin û wan amade dikin û paşê wan bi keran vediguhêzin ji ber ku çiyayekî asê ye ew neçar in ku di nava rojê de bikin.”

Polîsê Daristan û Jîngehê yê Şeqlaweyê ji sala borî heta niha 176 kes bi tohmeta birîna daran desteser kirine û dest danîne ser 52 pîkapan.

Rêveberê Polîsê Daristan û Jîngehê yê Şeqlaweyê Welîd Hemed ji Rûdawê re got, “Sedema sereke ya birîna daran a li vê deverê hebûna kanên komirê ye. Me daxwaz kiriye ku kanên komirê bên girtin.”

Li gor madeya 21 a yasaya daristan û mêrgên Herêma Kurdistanê, cezaya birîna daran di navbera sê milyon û pênc milyon dînaran de ye û hinek caran jî cezayê girtîgehê ye ku ji salekê derbas nake.