Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên hevpeymaniya rêveberiya dewletê kir ku pabendî rêkeftinan bin

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê “dilgiraniya xwe ya mezin” li dijî destkarî û guhertinên madeyên 13 û 14 yên projeyasaya budceya Iraqê nîşan da û ragihand, “Daxwaz ji hemû aliyan û bi taybetî aliyên hevpeymaniya rêveberiya dewletê dikim ku pabendî rêkeftinan bin.”

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an madeya 13 û 14 ya projeyasaya budceya giştî bi guhertin pesend kir ku girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ne, çend endamên Kurd ên komîteyê ji civînê derketin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser guhertinan peyamek belav kir û got, “Em bi dilgiraniyeke mezin li destkarî û guhertinên projeyasaya budceya Iraqê dinêrin ku peywendiya wan bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hene û em bi tevahî red dikin.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî ew gava, “Çêkirina astengan e li ber projeyasaya budceyê ku hemû Iraqî bi hêvî çavên wan lê ye ku ji bo sê salên bê were pesendkirin.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Pabendbûna bi rêkeftina siyasî ya hevpeymaniya rêveberiya dewletê, bingeha aştî û aramiya siyasî ya Iraqê û pêngaveke rast e bo paşerojeke baştir ji bo welat û hemû pêkhateyên wê. Revîna ji hev têgihîştinê û rêkeftinan û hewldana binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, bi temamî berovajî berpirsiyariya nîştimanî ye û ji bilî bêhêvî û alozkirina rewşa siyasî, tiştekî din ji hev dernaxe û ziyanê digihîne tevahiya Iraqê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst