Rêveberiya Xweser hejmarek jin û zarokên DAIŞê radestî Albanyayê kir

27-05-2022
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Albanya Kosova DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand ku 4 jin û 9 zarokên DAIŞê radestî şanda Albanyayê kirine.

Şandeke dîplomatîk a ji Albanyayê serdana Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê li ser malpera xwe diyar kir ku şandeke hevpar a ji Albanya û Kosovayê di 21ê Gulanê de serdana wê kiriye.

Di serdanê de hate diyarkirin ku ewlekariya Rojava û geşedanên dawî hatine axaftin.

Li aliyê din Serokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê diyar kir ku di encama belgeya ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin jin û zarokên Albanî radestî şanda hevpar a Albaniya û Kosovayê hatine kirin.

Omer got “Piştî îmzekirina belgeya di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û hikûmeta Albanyayê de, 13 welatiyên Albanî ku malbatên DAIŞê ne, hatine radestkirin.”

Rêveberiya Xweser di Tîrmeha 2021an de 14 zarok û 5 jinên DAIŞ’ê radestî Albanyayê kiribû.

Li Rojavayê Kurdistanê DAIŞî û malbatên wan li kampên Roj û Holê tên girtin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzikî 56 hezar kes li kampa Holê dijîn.

Rayedarên Rojavayê Kurdistanê gelek caran bang li civaka navneteweyî û hikûmetan dikin ku welatiyên xwe paşde vegerînin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst