Li Bedlîs û Wanê 69 koçber hatin desteserkirin

27-05-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Bedlîs Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ipekyolê ser bi parêzgeha Wanê û ya Bakurê Kurdistanê, di malekê de 27 koçberên Afxanistanê û 2 kes jî bi îdîaya qaçaxçîtiya veguhestina koçberan hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan Tîmên Şaxa Tawanên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Wanê, li ser gumanê li Taxa Hacibekir bi ser malekê de girt û di nav male de ku 30 metrekare bûye 27 koçberên Afxanistanê hatine girtin. Herwiha 2 kes jî bi îdîaya ku veguhestina koçberan rêkdixin hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê a Bakurê Kurdistanê jî di minîbûsekê de 42 koçber hatine desteserkirin û şofêrê minîbûsê bi îdîaya ku veguhestina koçberan rêkxistiye bi biryara dadgehê hate girtin.

Li gor agahiyan koçberên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Têkoşçîa Dij-Qaçaxçîtiya Koçberan hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst